Navendên çeteyên DAIŞê li rojhilatê Irqê hatin têkbirin
Mijdar 17, 2020 12:45 Asia/Tehran
Balefirên şêrr ên Artêşa Iraqê baregehên kom,a têrorîst a DAIŞê li parêzgeha Diyaleyê dan ber êrîşê.
Li gorî rapora IRNAyê, Navenda ragihandina elwehiyê ya Iraqê ragihand: Balefirên şêrr ên F16 yên artêşa vî welatî roja Sêşemiyê baregehên koma têrorîst a DAIŞê li navçeya Elzorê li navçeya Xaneqîn a parêzgeha Diyaleyê dane ber êrîşê.
Li hin navçeyên parêzgeha Diyaleyê vê daawiyê êrîşên têrorîstan dijî yekîneyên ewlehiyê an welatiyên sivîl û hin kesayetiyên xwecihî pêk hatine.
Heşda Şeibiyê bi beşdariya hêzên çekdar ên Iraqê ji roja şemiyê va operasiyoneke berfireh dijî bermahiyên koma têrorîst a DAIŞê li vê parêzgehê destpê kiriye.