Şandeyek ji Şengalê serdana nivîsgeha serokwezîrê Iraq û şêwirmendê wî kir
Duh şandeyek ji Şengalê çû Bexda û serdana nivîsgeha serokwezîrê Iraq û şêwirmendê wî kir.
Hikumeta Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê di 9’ê Cotmehê de peymanek der barê mijarên rêvebirin û leşkerî yên Şengalê de îmze kir. Hin şêniyên Şengalê nerazîbûn nîşanî vê peymanê didin.
Ji 14’ê Cotmehê de şandeyek ji nûnerên Meclisa Rêveberiya Şengalê û nûnerên saziyên sivîl û rûspiyên Şengalê serdana rayedarên iraqî kir, da ku hin mijarên girêdayî Şengalê nîqaş bikin.
Duh jî şandeyê serdana nivîsgeha serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şêwirmendê wî ya li paytexta Iraqê Bexdayê kir.
Şandeyê di demeke berê de, serdana cîgirê serokê parlemanê Hesen Keibî, rêveberên Teyar Sedrî, Esayib Ehl El-Heq, cîgirê fermandariyê oprasyonên Iraqê, serokê Hevbendiya Nesir a bi serkêşiya serokê hikumetê yê berê Heyder Ebadî, rêveberên Keldanî û Hevbendiya Dewleta Qanûn a bi serkêşiya Nûrî Malikî kiribû.
Hêjaya bi bîrxistinê ye ku şandeyek ji fermandariya Heşida Şebî û parlamenterê iraqî Muxtar Mûsewî serdana Şengalê kir û bi rûspiyên Şengal û nûnerên saziyên rêveberî û ewlehî re civiya û hin xalên peymana der barê Şengalê de red kir.