Li Şarebanê mamostayek li berçavê zarokê xwe hate kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i321377-li_Şarebanê_mamostayek_li_berçavê_zarokê_xwe_hate_kuştin
Şeva borî li qeza Şareban a ser bi parêzgeha Diyale, çend çekdarên nenas bi çek gule li berçavê zarokê wî berdan mamostayekî û ew kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 14, 2020 08:19 Asia/Tehran
  • Li Şarebanê mamostayek li berçavê zarokê xwe hate kuştin

Şeva borî li qeza Şareban a ser bi parêzgeha Diyale, çend çekdarên nenas bi çek gule li berçavê zarokê wî berdan mamostayekî û ew kuştin.

Berdevkê polîsê Diyalê Nîhad Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî 13.11.2020ê li taxa mamostayan a qeza Şareban, ji aliyê çend çekdarekî nenas ve bi motosîkletê gule berdan kesê bi navê Muhaned Xelîl Îbrahîm ê nav otomobîla xwe de bû û zarokê wî yê kur jî li gel bû û di cîh de jiyana xwe ji dest da û ew kes mamostaye û piştre jî kesên gulle berdanê reviyan.’’

Berdevkê polîsê Diyalê herwaha got: ‘’Piştî bûyerê hêzên polîs li ser wê tewanê dest bi lêkolînê kirin.’’

Qezaya Şareban yek ji qezayên ser bi parêzgeha Diyale ye û beşekî berçav ji kurdên feylî li wê qezayê jiyan dikin.