Li Şarebanê mamostayek li berçavê zarokê xwe hate kuştin
Mijdar 14, 2020 11:49 Asia/Tehran
Şeva borî li qeza Şareban a ser bi parêzgeha Diyale, çend çekdarên nenas bi çek gule li berçavê zarokê wî berdan mamostayekî û ew kuştin.
Berdevkê polîsê Diyalê Nîhad Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî 13.11.2020ê li taxa mamostayan a qeza Şareban, ji aliyê çend çekdarekî nenas ve bi motosîkletê gule berdan kesê bi navê Muhaned Xelîl Îbrahîm ê nav otomobîla xwe de bû û zarokê wî yê kur jî li gel bû û di cîh de jiyana xwe ji dest da û ew kes mamostaye û piştre jî kesên gulle berdanê reviyan.’’
Berdevkê polîsê Diyalê herwaha got: ‘’Piştî bûyerê hêzên polîs li ser wê tewanê dest bi lêkolînê kirin.’’
Qezaya Şareban yek ji qezayên ser bi parêzgeha Diyale ye û beşekî berçav ji kurdên feylî li wê qezayê jiyan dikin.