Mijdar 14, 2020 10:45 Asia/Tehran
  • DAIŞê li Kerkûk û Germiyanê êrişî hêz û polîsên Iraqê kir û 3 polîs kuştin

DAIŞê li kerkûkê êrişî polîs kir ku di encamê de du polîs kuştin û 3 polîs jî birîndar kirin, vê koma terorîst li Germiyan jî êrişî hêzên Iraqî û polîsan kir û polîsek kuştin û çend jî birîndar kirin.

Terorîstên DAIŞê li başûrê parêzgeha Kerkûkê êrîş kirin ser polîsê federal û di encamê de du polîs hatin kuştin û sê polîs jî birîndar bûn.

Şevê din çekdarên DAIŞê li gundê Hemraniye yê ser bi bajarokê Riyaz ê li başûrê Kerkûkê, êrîş kirin ser hêzên polîsê federal.

Li gor zanyariyên K24ê, piştî rûbirûbûn û şerê navbera her du aliyan, du polîs hatin kuştin û sê polîs jî birîndar bûn.

Terorîstên DAIŞê herwiha li devera Germiyanê jî êrişî hêzên Iraqî kirin, herî kêm polîsek kuştin û çendek jî birîndar kirin.

 DAIŞê şeva borî êrişî rêbenda Neqşbendî ku rêbendeka hevbeş ya hêzên Iraqî û polîsên Germiyanê ye dikeve navbera bajarê Kelarê û nahiya Gulale ya Xaneqînê, kirin.

Di encama wê êrişê de serbazekî Iraqî hat kuştin, polîsekî Germiyan û du serbazên Iraqî jî birîndar bûn.

Serepeyv