Li Iraqê 50 kesên din bi Koronayê mirin
Mijdar 13, 2020 00:14 Asia/Tehran
Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn 3.298 berketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatine tomarkirin.
Îro roja pêncşemê 12.11. 2020an Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê 24 saetên dawî yên nexweşiya Kroonayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn 3.298 kesên din bi Koronayê ketine û 50 kesên din jî bi Koronayê mirine. Herwiha 2.571 kesên din jî baş bûne.
Heta niha li seranserî Herêma Kurdistnaê û Iraqê 511 hezar û 806 kes bi Koronayê ketine û 11 hezar û 532 nexweş jî bi Koronayê mirine.