Bernama Wezareta Koçberiya Iraqê bo vegerandina awareyan bo malên wan
Wezîrê Koçberiya Iraqê li bara tehtîlbûna kampên awareyan li vî welatî û vegeryana milyonek û nîv kes ji awareyan bo cih û warên wan ên sereke ji destpêka sala tê agahî da.
"Îvan Faiq Cabro" got: Vê wezaretxaneyê bernameyeke neteweyî bo tehtîlkirina hemî kampên awareyên iraqî di destpêka sala 2021an amade kiriye.
Wî teqez kir Wezareta koçberiya Iraqê dawiya Mijdarê dê kampên li Kerkûk û Selahedînê û yek ji kampên Enbar û kampa Amêryê El-Felûcê tehtîl bike û awareyên Neynewayê jî bi xwe li halê vegeryana bo cih û warên xwe ne.
Wezîrê koçberiya Iraqê destnîşan kir dê alîkariyên aborî bidine malbatên ku malên wan kavil bûne û bê cih û war bûne.
Wezareta koçberiya Iraqê çendekê berî niha ragehand hejmara gişt awareyan ji sala 2014`an va gihîştiye zêdetirî çar milyon û 500 hezar awareyî ji nav xelkê Neynewa, Enbar û Selahedînê.