Serokatiyên Iraqê pîrozbahî li Biden kirin
Serokkomar Berhem Salih û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pîrozbahî li serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden kirin.
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih bi daxuyaniyekê pîrozbahî li Biden kir û got: “Bi helkefta serkeftina wî di hilbijartina serokomariya Amerîkayê de pîrozbahiyê li serok Joe Biden dikim, Iraq li benda bidestxistina armancên hevbeş ên zêdetir e, ligel bihêzbûna aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn.”
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî îro Yekşemê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Pîrozbahiyê li serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden û cîgira serok Kamala Harris dikim, dixwazim peywendiyên stratejîk ên navbera herdu welatan bihêztir bin ber bi siberojeke avaker li ser rêz û hevahengiya hevbeş bo derbaskirina astengan û piştîvanîkirina aştî, asayîş û hatina aramî û pêşketinê.”
Ev di demekê de ye ku şeva derbasbûyî medyaya Amerîkayê serkeftina Berbijêrê Demokratan Joe Biden di hilbijartinên Amerîkayê de ragihand.