Li Iraqê 2 mayin teqiyan; kuştî û birîndar hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i321109-li_iraqê_2_mayin_teqiyan_kuştî_û_birîndar_hene
Li parêzgeha Diyala ya Iraqê 2 teqîn pêk hatin, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 06, 2020 06:57 Asia/Tehran
  • Li Iraqê 2 mayin teqiyan; kuştî û birîndar hene

Li parêzgeha Diyala ya Iraqê 2 teqîn pêk hatin, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Çavkaniyekî ji hêzên ewlehiyê yên Iraqê ji toreya Al-Sumaria News re ragihand ku îro li navçeya Enbarê ya bakurê rojhilatê Beaqûbeyê mayinek teqiya. Di encamê de jinek hat kuştin û jineke din û ajokarek birîndar bûn.

Heman çavkanî diyar kir ku mayineke din bi hêzên ewlehiyê ve li cihê teqîna yekemîn teqiya û di encamê de sê endamên polîsan birîndar bûn.

Li gorî çavkanî birîndar niha li nexweşxaneyekê têne dermankirin.