Teqînek li Bexdaya paytexta Iraqê qewimî
Mijdar 05, 2020 08:03 Asia/Tehran
Çavkaniyên iraqî sipêdeya Pêncşemiyê qala qewimîna teqînekê li Bexdaya paytexta vî welatî kirin.
Kanala Sumiriye Newsê ya Iraqê ragihand ku ev teqîn li navçeya El-Dore ya başûrê Bexdayê qewimiye.
Li gorî ragihandina Sumiriye Newsê, cûreya vê teqînê hîn diyar nîne.
Raporeke zêdetir derbarê vê teqînê jî hîn nehatiye weşandin.