Cotmeh 31, 2020 23:25 Asia/Tehran
  • Şandeyeke Misirê li Iraqê ye

Di saetên sibehê de şandeye ku ji Serokwezîrê Misirê Mistefa Medbulî û çend wezîrek pêk dihat, serdana Iraqê kirin û li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiyan.

Şandeye ku ji Serokwezîrê Misirê Mistefa Medbulî û çend wezîrek pêk dihat, di saetên sibehê de serdana Iraqê kir û li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiya.

Berdevkê Wezareta Karên Derve Ehmed Sehaf têkildarî serdana şandeya Misirê ya ji bo Iraqê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin serdan wek temamkirina dan  û standinên ku ji beriya niha Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên li Misirê li gel rayedarên wî welatî lidarxistibû hatiye pêkanîn.

Her wiha hate eşkerekirin ku wê her du welat çend lihevkirinek ji bo xurtkirina peywendiyên navbera herdu welatan û xurtkirina peywendiyên dîplomasî yên sê alî yên hevbeş ên navbera Bexda, Qahîre û Omanê îmze bikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin şandeya Misirê ji Serokwezîr, wezîrê çandiniyê, wezîrê niştecihbûnê, wezîrê tendirustiyê, wezîrê xwendina bilind û rewşenbîriyê pê ktê.

Serepeyv