Boriyeke nefta Iraqê hate teqandin
Cotmeh 31, 2020 11:46 Asia/Tehran
Li sînorê parêzgeha Musenna boriyeke nefta Iraqê hate teqandin.
Teqîn îro 31.10.2020ê ber bi sibehê ve li navçeya Mesîde ya nêzîkî ser rêya otoban a parêzgeha Musena û boriyeke stratejîk a veguhestina neftê ye hate teqandin.
Heta naha sedem û ziyanên madî û canî yên wê teqînê aşkera nebûne. Çapemeniya Iraqê jî amaje bi wê yekê dike ku binkeyekî hêzên Heşda Şeibî nêzîk wê boriya neftê ye.