Cotmeh 29, 2020 20:28 Asia/Tehran
  • Iraq- 45 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de da zanîn 3 hezar û 804 kesên din bi Koronayê ketine û 45 kes jî bi Koronayê mirine.

Îro roja pêncşemê 29/10/2020an Wezareta Tendirustiya Iraqê di daxuyaniyekê de da zanîn di heyama 24 saetên dawî de 3 hezar û 804 berketiyên nû yên Koronayê hatine destnîşankirin û 3 hezar û 376 berketî baş bûne û 45 kes jî bi Koronayê mirine.

Heta niha li seranerî Iraqê 467 hezar û 755 kes bi Koronayê ketine 394 hezar û 386 kes baş bûne û 10 hezar û 815 kes jî bi Koronayê mirine.

Serepeyv