Cotmeh 25, 2020 23:24 Asia/Tehran
  • Mistefa Kazimî daxwazek ji hêzên emnî kir

Êvara îro roja yekşemê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî aloziyên di navbera xwepêşanderan û hêzên emnî de daxuyaniyek ji hêzên emnî re raber kir û daxwaz ji hêzên emnî kir pabendî yasayên bin.

Medyaya Iraqê ji ser zarê Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ê Iraqê  Yehya Resûl belav kiriye, divê hêzên emnî bi awayekî pîşeyane helsûkeftê ligel xwepêşanderan bikin.

Herwiha Mistefa Kazimî di dema serdana Baregeha Fermandarê Operasyonên Hevbeş li Bexdayê de, dûpat li ser biryarên rabirdû kir û da zanîn divê hêzên emnî ligor yasayan û pîşeyane helsûkeftê ligel xwepêşanderan bikin.

Herwiha Yehya Resûl jî tekez jî kir ji aliyê xwepêşanderan çend narîncok bo ser hêzên emnî hatine avêtin û herî kêm 30 hêzên emnbî birîndar bûne.

Îro li Bexdayê û başûrê bi minsabeta yadkirina xwepêşandanên 25ê Cotmeha 2019an li Bexdayê û çend bajarên başûrê Iraqê xwepêşandan birêveçûn û pevçûn di navbera xwepêşander û hêzên emnî de rû dan.

Serepeyv