Berdevkê Fermandetiya hêzên çekdar a Iraqê: Hokara cinayeta Ferhatiyê, DAIŞ e
Cotmeh 22, 2020 12:23 Asia/Tehran
Berdevkê Fermandetiya hêzên çekdar a Iraqê ragihand ku çeteyên koma têrorîst a DAIŞê hokara cinayeta vê dawiyê li navçeya Ferhatiyê ya şaristana Beledê li parêzgeha Selahedînê bûne.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê, Serleşker Yehya Resûl, Berdevkê Fermandetiya hêzên çekdar a Iraqê got: Xuya ye ku DAIŞ bi armanca alozkirinê û pêkanîna qelaşê navbera welatiyên sivîl û hêzên leşkerî, ev cinayet pêk aniye û komîteya lêkolînan di halê komkirina agahiyan e û hejmareke malbatên goriyan û welatiyên din di vî warî da şehedî dane.
Roja Şemiyê çend kesên çekdar bi kincên leşkerî 12 welatiyên navçeya Ferhatiyê ya Beledê revandin.Saeteke din meytê 8 kes ji revandiyan hat dîtin; Lê çarenûsa çar kesên din nediyar e.