Iraq- 65 kesên din bi Koronayê mirine
Cotmeh 15, 2020 23:43 Asia/Tehran
Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de aşkere kir 65 kesên din bi Koronayê mirine û 3. 587 kesên din bi Koronayê ketine.
Îro roja pêncşemê 15.10.2020an Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de da zanîn di heyama 24 saetên dawî de 3.587 kesên din bi Koronayê ketine û 3.356 nexweş baş bûne û 65 kes jî bi Koronayê mirine.
Heta niha li seranserî Iraqê 416 hezar û 802 kes bi nexweşiya Koronayê ketine û 350 hezar û 752 kes baş bûne û 10 hezar û 86 kes jî bi Koronayê ketine.