Cotmeh 15, 2020 15:26 Asia/Tehran
  • Geştên esmanî di navbera Iraq û Tirkiyê de destpê dikin

Desthilata Firokevaniya Sivîl a Iraqê ragihand, ji îro Pêncşemê ve geştên esmanî yên di navbera Iraqê û Tirkiyê de destpê dikin û destpêkirina geştên esmanî Herêma Kurdistanê jî li xwe digire.

Rêveberê Ragihandina Desthilata Firokevaniya Sivîl a Iraqê, Cîhad Dîwan ji Rûdawê re ragihand, geştêne esmanî yên navbera Iraq û Tirkiyê ji îro 15ê Cotmeha 2020an ve destpê dike.

Cîhad Dîwan diyarkir, piştî gotûbêj û danûstandinên li gel aliyê Tirkiyeyî, biryar hatiye dayîn ku her heftiyê her aliyek heft geştên esmanî encam bide, wate heftane aliyê iraqî dê heft geştan û aliyê Tirkiyeyî jî heft geştên esmanî pêk bîne û destpêkirina geştên esmanî di navbera Iraq û Tirkiyê de, Herêma Kurdistanê jî li xwe digire.

Pêştir Ehmed Hoşyar, Rêveberê Giştî yê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ragihandibû, ku êvara roja 1ê Cotmeha 2020an, ew ji aliyê Desthilata Firokevaniya Sivîl a Iraqê ve hatine agahdarkirin, ku Wezareta Tendirustiya Tirkiyê bi fermî daxwaz ji Desteya Hêlên Esmanî yên Tirkiyê kiriye, ku geştên xwe yên li gel Iraqê rawestîne.

Şeva Înê 25ê Îlona 2020an, piştî çend meh ji rawestana geştên esmanî, geştên di navbera Firokexaneya Hewlêrê û Tirkiyê de destpê kiribûn.

Pêştir bi sedema belavbûna vîrusa Coronayê li nîveka meha Adara îsal ve, geştên esmanî yên Tirkiyê li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê hatibûn rawestandin.

Serepeyv