Iraq- 62 kesên din bi Koronayê mirine
Cotmeh 11, 2020 23:53 Asia/Tehran
WezaretaTendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de aşkere kir 2.206 kesên din bi Koronayê ketine û 62 kesên din jî bi Koronayê mirine.
Îro roja yekşemê 1110.2020an Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de aşkere kir di heyam 24 saetên dawî de li seranserî Iraqê 2.206 kesên din bi Koronayê ketine û 62 kes jî bi Koronayê mirine û 3 hezar û 827 nexweşên Koronayê jî baş bûne.
Heta niha li seranserî Iraqê 402 hezar û 330 kes bi nexweşiya Koronayê ketine û 336 hezar û 157 nexweş baş bûne û 9 hezar û 852 kes jî bi Koronayê mirine.