Wezîrê derve yê Iraqê ji bo serdaneke fermî gihêşt Qahirê
Cotmeh 11, 2020 23:20 Asia/Tehran
Îro wezîrê karên derve yê Iraqê Fuad Husên ji bo serdaneke fermî gihêşt Qahîre ya paytexta Misirê.
Wezareta derve ya Iraqê di beyanameyekê de ragehand, Dr. Fuad Husên bi armanca serdaneke fermî li Qahirê ye û biryar e li gel serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî jî bicive.
Herwaha biryar e li gel wezîrê derve yê Misirê Samih Şukrî bicive. Dusibe jî li gel wezîrê derve yê Urdinê Eymen Sefdî jî bicive. Ev serdan bo temam kirina wê rêkeftina ku meha Tebaxê de di navbera her sê welatan de pêkhatibû û li paytexta Urdinê rêkeftin hatibû îmza kirin.
Wezîrê derve yê Iraqê di vê serdanê de li gel emîndarê giştî yê Komkara Welatên Erebî Ehmed Ebu Xeyit jî dê bicive.