Cotmeh 05, 2020 21:55 Asia/Tehran
  • Li Iraqê 65 kesên din ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan

Wezareta tenduristiya hikûmeta Iraqê bi beyanameyekî ragehand, 3 hezar û 808 pêketinên nû yên vîrusa koronayê hatine tomar kirin.

Îro 05.10.2020ê wezareta tenduristiya Iraqê bi beyanameyekî ragehand, di 24 saetên borî de 3 hezar û 808 pêketinên nû yên vîrusa koronayê li seranserê Iraqê hatine tomar kirin û 4 hezar û 676 kes jî baş bûne.

Herwaha hat ragehandin 65 pêketiyên vîrusa koronayê jî jiyana xwe ji dest dane û bi giştî jî hejmara pêketiyan li Iraqê geheştiye 382 hezar û 949 kesan.

Hat ragehandin 312 hezar hezar û 158 kes jî baş bûne û 9 hezar û 464 kesan jî bi giştî jiyana xwe ji dest dane.

Serepeyv