Cotmeh 03, 2020 22:56 Asia/Tehran
  • Iraq wê tedbîrên ewlehî bigire da ku êrişên li ser Bexdayê rawestîne

Wezîrê karên Derve yê Iraqê Fûad Muhemed Husên ji wezîrê derve yê Amerîkayê re Mike Pompeo bi peywendiyeke telefonê  diyar kir ku hikumeta Iraqê tedbîrên ewlehî girtin da ku êrişên li dijî şandeyên dîplomatîˏ balyozxaneya Amerîkayê û balafirgeha neteweyî ya Bexdayê, rawestîne.

Wezareta Derve ya Iraqê daxuyand ku wezîrê derve Fûad Muhemed Husên bi rêya peywendiya telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompe re axivî û behsa têkiliyên dualî yên xurt û biryara destpêkê ya rêveberiya Amerîkayê ya vekişandina balyozxana xwe ji Bexdayê, kir.

Li gorî daxuyaniyê Husên fikara xwe der barê vê biryarê de eşkere kir rûxmî ku ew biryar girêdayî aliyê Amerîkayê tenê ye, lê dibe ku ew bibe sedema encamên ne li gorî berjewendiyên gelê Iraqê. Husên destnîşan kir ku hikumeta Iraqê tedbîrên ewlehîˏ rêxistinîˏ siyasî û dîplomatî ji bo êrişên li ser Herêma Kesk û balafigehê rawestîne, girtin.

Husên diyar kir ku tedbîrên hatine girtin wê di demeke nêz de dê encameke erênî bide.

Serepeyv