Cotmeh 01, 2020 22:18 Asia/Tehran
  • Li Iraqê 50 pêketiyên din ên vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dan

Wezareta tenduristiya hikûmeta Iraqê bi beyanameyekê ragehand, 4 hezar û 493 pêketinên nû yên vîrusa koronayê hatine tomar kirin.

Îro 01.10.2020ê wezareta tenduristiya Iraqê bi beyanameyekê ragehand, di 24 saetên borî de 4 hezar û 493 pêketinên nû yên vîrusa koronayê li seranserê Iraqê hatine tomar kirin û 3 hezar û 685 kes jî baş bûne.

Herwaha li gor heman daxuyaniyê 50 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Iraqê geheştiye 367 hezar û 474 kesan.

Hat ragehandin, 295 hezar û 882 pêketiyên vîrusa koronayê baş bûne û heta naha 9 hezar û 231 pêketiyên vîrusa koronayê jî jiyana xwe ji dest dane.

Serepeyv