Di êrîşa li ser Balafirgeha Bexdayê de 5 kes bûn qurbanî
Îlon 29, 2020 12:10 Asia/Tehran
Di êrîşa li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê de ji welatiyên li avahiyên derdor dijiyan, 2 jin, 3 zarok bi giştî 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 zarok jî birndar bûn.
Bi mûşekan êrîşî Balafirgeha Navneteweyî ya paytexta Iraqê Bexda hate kirin. Di endama mûşekên katyûşa yên li avahiyên derdorî balafirgehê ketin de, 2 jin, 3 jî zarok bi giştî 5 kes can dan, 2 zarok jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniyên ji aliyê çavkaniyên ewlekariyê ve hatin belavkirin, êrîş ji herêma el Cîhat a herêma nêzî balafirgehê pêk hatiye, ziyan gihiştiye 3 avahiyan.
Piştî êrîşê Serokwezîrê Iraqê Mûstefa El Kazimî, ferman daye ku hêzên ewlekariyê yên li herêma el-Cîhat destgîr bikin.