Îlon 27, 2020 23:38 Asia/Tehran
  • Amerîkayê gefa bordûmankirinê li 120 binkeyên Iraqê dixwe

Îro yekşemê 27.09.2020an ajansa France Pressê belav kiriye ku heger êrîşên ser Balyozxana Amerîkayê li Bexdayê berdewam bin wê 120 binkeyên li Iraqê bordûman bike.

Ajans France Pressê belav kiriye ku rêveberiya Amerîkayê ji êrîşên rojane yên ser Balyozxana xwe li Bexdayê û êrîşên ser karwanên hevpeymaniya navdewletî gelekî narehet e.

Ligor kanala Dijle ya Iraqê jî belav kiriye berpirsên Amerîkayê ragihandine ku heger ew êrîş berdewam bikin wê 120 pêgehên li Iraqê bordûman bikin.

Cihê behsê ye demeke yên komên nenas li Iraqê rojane Balyozxana Amerîkayê li Iraqê, hêzên hevpeymaniya navdewletî û balafgeha navdewletî ya Bexdayê dikin armanc.

Serepeyv