Wezîrê karên derve yê Iraqê dê were Îranê; Îro
Îlon 26, 2020 13:13 Asia/Tehran
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê qala hartina îro Şemiyê ya Wezîrê karên derve yê Iraqê bo Têhranê kir.
Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Fuad Husên, Wezîrê karên derve yê Iraqê di vê sefera durojî da ji bilî gotûbêja bi Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê ra, dê tev rayedarên din ên Komara Îslamî ya Îranê ra jî hevdîtin bike.
Fuad Husên her wiha derbarê cihanîna lihevkirinê sefera Tîrmehê ya Mistefa El-Kazimî serokwezîrê Iraqê bo Têhranê digel rayedarên bilind ên Îranê ra gotûbêj bike.