Li Iraqê 57 kesên din ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan
Îlon 23, 2020 10:29 Asia/Tehran
Wezareta tenduristiya hikûmeta Iraqê bi beyanamekê ragehand, 4 hezar û 724 pêketinên nû yên vîrusa Koronayê hatine ragihandin.
Îro 22.09.2020ê wezareta tenduristiya Iraqê bi beyanamekê ragehand, di 24 saetên borî de 4 hezar û 724 pêketinên nû yên vîrusa Koronayê li seranserê Iraqê hatine tomar kirin û 3 hezar û 682 kes jî baş bûne. Herwaha 57 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi giştî hejmara pêketiyan jî geheştiye 327 hezar û 580 kesan.
Herwaha hat ragehandin 261 hezar û 757 kes baş bûne û 8 hezar û 682 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.