Îlon 20, 2020 19:58 Asia/Tehran
  • Hesinrêyek navbera Mûsil û Tirkiyê dê were çêkirin

Waliyê Nêynewatyê îro Yekşemiyê qala destpêbûna xebata damezirandina hesinrêyeke nûjen di rojên pêşber da kir ku bajarê Mûsil û Tirkiyê li hev girêdide.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji zarê Sûmiriyê, Necm Cebûrî got: Kedkarên mihendisî û teknîkî bi hevkariya kompaniyên mihendisî yên Tirkiyê heta çend rojên din damezirandina hesinrêyeke pêşketî destpê dikin. Ev hesinrê bajarê Mûsilê û Tirkiyê li hev girê dide û hatûçûna cadeyan kêm dike.

 

Serepeyv