Serçeteyekî DAIŞ’ê li bakura Iraqê hate girtin
Îlon 11, 2020 20:54 Asia/Tehran
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Iraqê ragihand ku serçeteyekî koma terorîst a DAIŞê li parêzgeha Selahedînê ya bakurê Iraqê hate girtin.
Li gor IRNA, Berdevkê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl şeva borî ragihand ku hêzên iraqê di encama operasiyona xafilkirinê li bajarê Şerqatê ya parêzgeha Selahedînê li bakurê Iraqê de karîn serçeteyê DAIŞê binasin û paşê wî bigirin.
Tevî têkçûna koma terorîst a DAIŞê di sala 2014 de li Iraqê hîn şaxeyên veşartî yên vê koma terorîst li deverên curbicur xwe veşartine û di derfetên ku jê re çêdibe dest davêje kiryarên terorîstî.