Îlon 09, 2020 21:23 Asia/Tehran
  • Li Iraqê 75 kesên din bi Koronayê can dan

Li Iraqê 75 kesên din bi Koronayê can dan û zêdetirî 4200 kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Iraqê ragihand, di nav 24 saetên borî de 4 hezar û 243 kes li Iraqê bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye 273 hezar û 821 kesan.

Li gorî amarên wezareta tenduristiya Iraqê, ji duhî de 75 kes jî bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 7 hezar û 732 kesan.

Di nav 24 saetan de 3 hezar û 669 nexweşên Koronayê baş bûne û hejmara yên ku baş bûne, gihîştiye 209 hezar û 993 kesan.

Serepeyv