Balyozxana Iraqê li Tirkiyê bi awayekê demkî hat girtin
Îlon 06, 2020 22:51 Asia/Tehran
Balyozxana Iraqê li Tirkiyê ji ber metirsiya belavbûna vîrusa Koronayê hat girtin û dê heta 14ê vê mehê girtî bimîne.
Balyozê Iraqê li Tirkiyê, Hesen Cenabî ragihand, di nava stafa balyozxanê de tûşbûna bi vîrusa Koronayê hatiye tomarkirin, lewma biryara girtina avahiya balyozxanê hatiye dan.
Hesen Cenabî diyar kiriye, ji îro ve heta 14ê Îlonê wate bo dema 8 rojan Balyozxana Iraqê ya li Enqerê girtî dibe.