Îlon 02, 2020 19:05 Asia/Tehran
  • Macron: Destwerdana derve, dewleta Iraqê lawaz dike

Serokê Iraqê Berhem Salih di civîna çapemeniyê ya li gel serokê Fransayê Emmanuel Macron de piştrast kir ku rê nadin ku welatê wan bibe qada nakokiyan. Her wiha Macron jî got destwerdanên derve dewleta Iraqê lawaz dikin.

Di civîna çapemeniyê ya serokê Iraqê û hempîşeyê wî yê Fransayê de, Macron wiha got: "Iraq di qonaxeke bingehîn re derbas dibe, rastî rûbirûbûna destwerdanên derve tê, ev yek jî hikumeta wê lawaz dike.”

Macron bi bîr xist ku divê rayedarên Iraqê serweriya welatê xwe ava bikin. Macron da zanîn ku Iraq ji ber şer û terorê rastî gelek astengiyan tê û şerê li dijî DAIŞ`ê hîn bi dawî nebûye. Her wiha Macron piştrast kir ku Fransa piştgiriya Iraqê dike.

Serokê Iraqê Berhem Salih jî got ew qebûl nakin Iraq ji kesên din re bibe qada şer û bal kişand ser girîngiya ziwakirina çavkaniyên piştgiriya terorê.

Îro serokê Fransayê ji Lubnanê gihaşt Bexdayê.

 

 

Serepeyv