Tebax 30, 2020 16:48 Asia/Tehran
  • Merasima roja Aşûra Huseynî li Kerbelaya Muela

Gelê Iraqê îro yekşemê merasima tazîdariya Aşûraya Huseynî bi beşavgirtina destûr û protokolên tendirustiyê li Kerbelaya Muela li dar xistin.

Hesen El-Temîmî wezîrê Tendirustiya Iraqê jî îro bi xwe çû Kerbelayê da ku ji nêzîk ve çawaniya bikaranîna protokolên Tendirustiyê ji aliyê xelkê ve bibîne û kontrol bike.

Li gor destûra vê wezaretê tazîdarên Huseynî yên beşdarê merasima roja Aşûrayê li Kerbelayê divê gişt bi mask bibin û bi sûrbûna ji hevdu bimeşin.

Duh li merasima Tasûayê zêde ji 250 hezar kesî di herema Îmam Huseyn (S) de beşdarî kirin. Herema Îmam Huseyn (S) eva şeş meh in ku ji ber pandemya Koronayê hatiye girêdan.

Îro 30 Tebaxa 2020 hevdemê 10`ê meha Muherremê anku roja Aşûrayê salroja şehîdbûna pêşengê şehîdan, hezretê Îmam Huseyn (S) sêyemîn Îmamê şîeyên cîhanê ye ku di 10`ê Muherrema sala 61 a koçî-heyvî li Kerbelayê di emrê xwe yê 57 salîyê de hat şehîdkirinê.

Serepeyv