Tebax 27, 2020 19:06 Asia/Tehran
  • Berhem Salih: Tirkiye divê êrîşên xwe li ser axa Iraqê bide rawestandin

Serokomarê Iraqê di hevdîtina bi Wezîra Berevaniyê ya Fransayê ra li ser pêwîstiya rawestandina êrîşên leşkerî yên Tirkiyê li ser axa wî welatî pêgirî kir.

Berhem Salih, Serokomarê Iraqê îro Pêncşemiyê di hevdîtina bi Florêns Parlî, Wezîra Berevaniyê ya Fransayê li Bexdayê, got: Divê di asta navneteweyî jî hevdengî zêdetir bibe da ku navendên têrorîstî ku gefek li dijî ewlehî û aştiyê ne, bên jinavbirin.
Parliyê jî tevî ragihandina piştevaniya Parîsê ji aramiya Iraqê û piştevaniya ji hakimiyeta vî welatî, got: Fransa dê li kêleka Iraqê be da ku rê li ber destdirêjiya ser axa vî welatî were girtin.

Serepeyv