Çeteyên DAIŞê êrîşî ser navendeke ewlehiyê li rojavayê Iraqê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i319024-Çeteyên_daiŞê_êrîşî_ser_navendeke_ewlehiyê_li_rojavayê_iraqê_kirin
Li dû êrîşa çeteyên têrorîst ên DAIŞê li ser navendeke ewlehiyê li rojavayê Iraqê, pênc hêzên polîsê vî welatî hatin kuştin û birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 27, 2020 05:33 Asia/Tehran
  • Çeteyên DAIŞê êrîşî ser navendeke ewlehiyê li rojavayê Iraqê kirin

Li dû êrîşa çeteyên têrorîst ên DAIŞê li ser navendeke ewlehiyê li rojavayê Iraqê, pênc hêzên polîsê vî welatî hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya El-Ehdê, Ehmed Cedyan, qayîm meqamê bajarê Qaimê li parêzgeha Enbarê ya rojavayê Iraqê got: Ji ber vê êrîşê sê hêzên polîs hatin kuştin û du kes jî birîndar bûn.

Ji aliyê din va êrîşa şevê ya çeteyên DAIŞê li ser gundekî baajrê Xaneqînê li parêzgeha Diyaleyê ya rojhilatê Iraqê bû sebeba kuştina welatiyekî sivîl û revandina du kesên din.

Hêzên ewlehiyê operasiyona şopandina berfireh a van têrorîstan destpê kirine.