Tebax 26, 2020 00:44 Asia/Tehran
  • YBŞ’ê têkildarî tevgera balafirên Tirkiyê daxuyaniyek da

Fermandariya YBŞ’ê têkildarî tevgera zêde ya li ser Şengalê û hedefkirina hêzên YBŞ’ê daxuyaniyek kurt da û got, êrişek pêk hatiye û wê agahiyê wê piştre parve bikin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li ser tevgera balafirên bê mirov ên biçek  yên dewleta Tirkiyê daxuyaniyek nivîskî da

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Weke tê zanîn beriya niha çend caran dewleta Tirkiyê bi Balafirên Keşfe yên Bêmirov û Biçek (SÎHA ) li hemberî hêzên me êrîş pêk anîn. Herî dawî di 15’ê Hezîranê ji bi balafirên şer êrîşekî berfireh pêk anîn. Di van demên dawiyê de jî tevgerekê Balafirên Keşfe yên Bêmirov û Biçek (SÎHA) bê navber berdewam dike. Bi vê yekê şervanên me dikin armac. Îro di saetên êvârî de êrîşek pêk anîn. Têkildarî êrîşa SÎHA’yên dewleta Tirkiyê emê agahiyên berfireh parve bikin

 

 

Serepeyv