Tebax 25, 2020 16:23 Asia/Tehran
  • Vladimîr Voronkov:

Berpirsê Têkoşîna li dijî Terorê yê NY’ê Vladimîr Voronkov diyar kir ku li gorî texmînên heyî zêdetirî 10 hezar çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê piştî du salan ji têkbirina wan, hîn jî çalak in û piştrast kir ku îsal êrişên wan zêde bûne.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Vladimîr Voronkov Konseya Ewlehiyê ya NY’yê agahdar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi rêya şaneyên biçûk di navbera welatan de digerin û bal kişand ser ku DAIŞ'ê dîsa xwe bi rêxistin kir û çalakiyên xwe ne tenê li herêmên mîna Iraq û Sûriyê zêde kirin, lê belê li hin şaxên herêmî jî pêk tînin.

Voronkov daxuyand ku ji destpêka îsal de ji ber zêdebûna tevgera DAIŞ’ê û hin komên girêdayî wê li Sûriyê û Iraqê gef li heremên şer tên xwarin û ev yek tê xuyakirin ku DAIŞ, bi rasthatina tedbîrên pêşîlêgirtina pandemiya Koronavîrusê, xwe ji nû ve bi rêxistin dike.

Berpirsê navneteweyî diyar kir ku xebatên ragihandina şantajî yên DAIŞ’ê dibe ku êrişên domdar yên kom û kesayetên girêdayî wê xurt bikin. Berpisê navneteweyî wiha domand: “Ne diyar e ku çawa Covid-19 bandorê li xebatên DAIŞ’ê di çêkirina çeteyan û danehewa pereyan dike, yan jî hin guhertin di stratejiya serçeteyê nû "Emîr Mihemed Seîd Abdurrehman El-Mewle" de piştî kuştina "Ebû Bekir El-Bexdadî" de bi operasyoneke leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyê 2019’an hebin."

Voronkov bang li dewletên endam kir ku li ser bingeha mirovahî û sedemên girêdayî mafên mirov û ewlehiyê tedbîrên cidî bigirin.

 

 

Serepeyv