Tebax 23, 2020 23:25 Asia/Tehran
  • Li Iraq 75 kesên din bi Koronayê mirin

Îro roja yekşemê 23.08.2020an Wezareta Tendirustiya Iraqê di daxuyaniyekê de aşkere kir di heyama 24 saetên dawî de 3 hezar û 291 kesên din bi Koronayê ketine û 75 kes jî bi Koronayê mirine.

Wezareta Tendirustiya Iraqê ragihand di maweya 24 saetên dawî de 3 hezar û 965 kes bi vîrûsa koronayê ketine û 75 kes jî bi nexweşiya Koronayê mirine.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye; heta niha 201 hezar û 50 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 6 hezar û 428 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Herwiha hatiye destnîşankirin; niha li seranserê Iraqê 143 hezar û 393 pêketiyên Koronayê baş bûne û 51 hezar û 304 kesan li nexweşxaneyan in û ji wan 637 kes jî di bin çavdêriya hûrbînî de ne.

Serepeyv