Tebax 23, 2020 08:59 Asia/Tehran
  • Kazimî piştî ku ji Washingtonê vegeriya berê xwe da Besrayê

Serokê hikumeta Iraqê Mistefa Kazimî piştî ku ji Washingtonê vegeriya, tevî wezîrê hundirîn Osman Xanimî berê xwe da parêzgeha Besrayê. Serdana Kazimî li ser bûyerên ewlehiyê û hedefgirtinê û xwepêşandanên li parêzgehê, pêk hat. 

Li parêzgeha başûrê welêt, fermandarên mezin ên wezareta hundirîn bi fermana wezîrê hundirîn Osman Xanimî ji bo şopandina dozên kuştinê û dozên din wekî (çekan, madeyên hişbiriyê, nakokiyên eşîran, binçavkirina sûcdarên ku heta niha fermanê girtina wan nehatiye dayîn), plana ewlehiyê pêk anîn.

Hêzên hevbeş ên artêşê û polîsan, erebeyên bê hejmar û yên girtî desteser kirin. Wezareta hundirîn diyar kir ku ew erebe ji bo kuştin çalakvanan tên bikaranîn.

Hêzên ewlekariyê li çerxerê û rêyên sereke wekî rêya bazirganiyê ku li wir çalakvana sivîl û pispora xwarinê Rîham Yaqûb hatibû kuştin, belav bûn.

Piştî bidawîbûna 72 saetên ku ji bo eşkerkirina kuştina çalakvanên sivîl hatibû diyarkirin, gelek xwepêşandêr li pêşiya navenda nûnerrtiya Meclisa Paremanteran kom bûn. Hêzên ewlekariyê û yên têkoşîna li dijî tevlîheviyê jî li nêzî nûnertiya Meclisa Parlemanteran a Besrayê belav bûn.

Xwepêşandêr dixwazin ku sûcdarên kuştina çalakvanên sivîl bên eşkerekirin, ji bo firotina çekan li parêzgehê destwerdan bê kirin, ji bo pêkanîna ewlehiyê li Besrayê hêz ji Bexdayê bên şandin, berpirsên ku gendeliyê pêk tînin ji kar bên avêtin, zagoneke adil li parêzgehê pêk bê û ji bo destpêkirina lêpirsîneke navnetewî di doza kuştina sivîlan de NY`yî destwerdanê bike.

Serepeyv