Kazimî: Leşkerên Amerîkayê heya sê salên din wê ji Iraqê derkevin
Serokwezîrê Iraqê bi ravekirina mijar û mêhwerên sefera xwe ya Amerîkayê û gotûbêja bi rayedarên vî welatî re got: Serokomarê Amerîkayê Donald Trump soz daye ku heya sê salên din gişt hêzên xwe ji Iraqê derxîne.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro li hevpeyvîna bi websayta El-Iraqiye re got: Di çarçova gotûbêjên stratejîk ên bi serokatiye wezîrê derve yê Iraqê û wezîrê derve yê Amerîkayê de li ser hin prensîp û mijarên sereke lihevkirin pêk hat ku ew gişt di çarçova berjiwendiyên netewê Iraqê ne. Prensîpên hanê derbarê hebûna hêzên amerîkî di nav Iraqê de û diyarkirina cedweleke dem û gava derketina hêzên amerîkî ji Iraqê ne.
Kazimî got di van gotûbêjan de li ser pêkanîna tîmeke teknîkî ji bo amadekirina mekanîzma damezrandina hêzên amerîkî li derveyî Iraqê, lihevkirin çê bû.
Kazimî got ku serokomarê Amerîka ragihandiye ku jimara hêzên vî welatî li Iraqê pir kêm e. Lê Iraq ji bo perwerdekirina hêzên xwe û pêşxistina artêşa xwe pêwîstiya wê bi van hêzan heye.
Serokwezîrê Iraqê herwiha desnîşan kir ku derbarê enerjî û neftê jî rêketinname îmza bûn ku ya herî girîng derbarê nefta parêzgeha Zîqarê ye û eva projeyeke stratejîk e ku ji bo xelkê vê parêzgehê û iraqê sûdmend e.
Wî herwiha got ku Tirkiye cînarekî girîng a Iraqê ye, lê em dagîrkerî û desdirêjiyên vî welatî ser axa Iraqê napejirînin, herwiha em qebûl nakin ku hin alî ji nav Iraqê êrişî ser Tirkiyê an welatekî din ê cînar bike.
Kazimî got ku nîveka hefteya tê ezê ji bo gotûbêjê herim Urdinê.
Mistefa Kazimî sêşemê terka Bexdayê da ji bo ku here Amerîkayê û duh pêncşemê bi serokomarê vî welatî re gotûbêjên xwe da despêkirin.