Tebax 21, 2020 07:49 Asia/Tehran
  • Civîna çapemeniyê ya serokwezîrê Iraqê û serokomarê Amerîkayê

Piştî hevdîtina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Serokomarê Amerîkayê Donald Trûmp, di civîna çapemeniyê de Kazimî got, ew destwerdanên dewleta Tirkiyê yên li ser xaka Iraqê napejirînin. Trûmp jî da diyarkirin ku ger Iraq li dijî Tirkiyê daxwaza alîkariyê bike, ew amadene li ser mijarê baxivin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li gel Serokê Amerîkayê Donald Trûmp civiya. Piştî civînê Kazimî û Trûmp derketin pêşberî rojnamegeran û bersiva pirsên rojnamegeran dan.

Destpêkê Trûmp axivî û diyarkir peywendiya Amerîka ya li gel Iraq û Kurdan baş e. Her wiha da zanîn wê Amerîka mîna Suriyê hêzên xwe ji Iraqê jî bikêşîn der, lê wê hejmarek ji leşkerên xwe li Iraqê bihêle.

Trûmp diyarkir ku wê Amerîka di projeyên neftê yên li Iraqê de kar bike û da zanîn wan di civînê de li ser mijarên leşkerî û bazirganiyê jî axivîne.

Têkildarî êriş û desdirêjiyên artêşa Tirkiyê ser xaka Iraqê jî Trûmp got, ger Iraq daxwaza alîkariyê bike, ew ê guh bidin Iraqê û piştre li daxwazên wan binêrin.

Her wiha Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî diyarkir ew amade ne pêşwaziyê li kompanyên derxistina neftê yên Amerîkayê bikin. Kazimî eşkere kir ku şandeya hikûmeta Iraqê bi serokatiya Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên çend peymanek bazirganiyê li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îmze kirine.

Di derbarê êriş û dagirkeriyên dewleta Tirkiyê de jî Kazimî got, binpêkirin û destwerdanên Tirkiyê yên li ser xaka Iraqê û rumeta Iraqê nayên pejirandin û ew wan destwerdanan red dikin.

Serepeyv