Tebax 19, 2020 16:27 Asia/Tehran
  • Qonaxa duyem a danûstandinên Amerîka û Iraqê

Îro qonaxa duyem a danûstandinên stratejîk ên di navbera Waşinton û Bexdayê de, bi serokatiya wezîrê derve yê Iraqê Dr. Fuad Hisên û wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, li avahiya Wezareta Derve ya Amerîkayê li Waşintonê birêve diçin.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê jî tekez kir ku, di  dewra duyem de, encam nayên yekalîkirin û dewrên din ên danûstandinan wê hebin

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Ehmed Mula Telal got:"Qonaxa duyem a gotûbêjan ku li Amerîka wê birêve biçe, ne qonaxa dawî ye, di vê qonaxê de encamên yekalîker bidest nayên. Ew civîn wê berdewam bibin bi awayekî ku di berjewendiya herdu welatan de bibin." 

Piştî wezîrê derve yê Iraqê, serowkezîrê Iraqê Mistefa Kazmî bi serokatiya şandeke bilind gihişte Amerîkayê û roja Pênçşemê, wê ligel serokê Amerîkayê, Donald Trump bicive û mijara bihêzkirina pêwendiyan di nav bera Bexda û Waşintonê de û pêşhateyên dawî yên navçeyê û hin mijarên din, gotûbêj bikin.

Pênc nûnerên Herêma Kurdistanê di nav şanda Iraqê de hene, wê beşdariyê di danûstandinan de bikin û hejmarek ji dîdar û civînên ligel berpirsên Amerîkayê encamdan e.

Roja 11ê Hezîrana îsal yekemîn dewra danûstandinên stratejîk ên di navbera Amerîka û Iraqê de, bi beşdariya nûnerê Herêma Kurdistanê, bi rêya vîdyokonferansê, birêve çû.

Koşka Spî ragihand, Amerîka û Iraq weke 2 welatên hevbeş, çavê wan li wê yekê ye, ku 

pêwendiyên navbera xwe, di warên ewlehî, enerjî, tendirustî û çend mijarên din de, pêş bixin, û bi hev re kar bikin.

Serepeyv