Tebax 18, 2020 15:44 Asia/Tehran
  • Mistefa Kazimî berê xwe da Waşîngtonê

Serokwezîrê Iraqê îro Sêşemiyê beriya nîvro di serê desteyeka bilind da berê xwe da Amerîkayê.

Li gorî rapora malpera Baghdad Al Yawmê, Ofîsa serokwezîrtiya Iraqê îro Sêşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Çûyîna Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê bo Waşîngtonê, wek bersiva bo vexwendina fermî ya dewleta Amerîkayê pêk hatiye.

Li gorî vê raporê, Mistefa Kazimî roja Pêncşemiyê, 20ê tebaxê dê digel Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê derbarê alûgorên navçeyî û mijarên dualî biaxive.

Ev di halekî da ye ku miletê Iraqê ş nûnerên parlimanê li ser pêwîstiya bidawîanîna her cûre hebûna leşkerî ya hêzên amerîkî li axa welatê xwe pêgirî kirine.

 

Serepeyv