Tebax 18, 2020 11:58 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Iraqê jibo dora duyem a gotûbêjên stratejîk gihîşte Waşîngtonê

Fuad Hisên, Wezîrê karên derve yê Iraqê êvara Duşemiyê jibo pêkanîna dora duyem a gotûbêjên stratejîk digel rayedarên Waşîngtonê derbasî Waşîngtonê bû.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezareta karên derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Fuad Hisên di serê taxima gotûbêjker derbasî Waşîngtonê bû ta ku roja Sêşemiyê dora duyem a gotûbêjan digel Mayk Pompêo Wezîrê karên derve yê Amerîkayê li dar xîne.

Mistefa Kaerokwezîrê Iraqê roja Sêşemiyê di serê desteya payebilind a siyasî û aborî dê here Waşîngtonê.

Hejmareke medyayên iraqî yên nêzikî dewletê, roja Duşemiyê bernameya tam a sefera sêrojî ya Mistefa Kazimî û desteya pêra bo Waşîngtonê weşandin.

 

 

 

Serepeyv