Tebax 13, 2020 23:37 Asia/Tehran
  • El-Sehaf: Em li hemberî desdirêjiya Tirkiyê xwedî bijardeyên bihêz in

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku li dijî êriş û binpêkirinên Tirkiyê ew xwedî piştgiriyeke navdewletî ne û tekez kir, “Em li hember Tirkiyê xwedî bijardeyên bihêz in.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û behsa êrişên Tirkiyê yên li nav axa Herêma Kurdistanê kir.

Sahaf êrişa Tirkiyê ya pêr ku di encamê de 2 fermandarên hêzên pasewanên sînor ên Iraqê canê xwe ji dest dabûn, bi tundî şermezar kir û got, êrişên Tirkiyê aloziyên li herêmê zêde dikin û tekez kir ku Tirkiye bi wan êrişan yasayên navdewletî binpê dike.

Sehaf amaje bi wê kir ku berî niha 2 caran wan Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê vexwendibûn Wezareta Derve û diyar kir, “Îro bo cara sêyem hat vexwendin û muxtirayeke tund a nivîskî hat radestkirin.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê herwiha tekez kir ku serdana Wezîrê Derve ya Tirkiyê Hulusî Akar ji ber êrişa pêr a li Sîdekanê hat hilweşandin.

Ehmed Sehaf diyar jî kir ku Iraq ji bo rêgirtina li êriş û çalakiyên Tirkiyê li nav axa Herêma Kurdistanê niha jî pabend e bi rêyên dîplomatîk û siyasî û tekez kir, “Kêmkirina hewldanên yekalî, dijminkar û provokatîf ên Tirkiyê jî di vir re derbas dibe.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê amaje bi wê jî jî kir ku Iraq xwedî mafê xweparastinê û piştgiriya navdewletî bo parastina serweriya xwe ye û got ku welatên rojavayî û Ereb di her astê de amaje bi wê dikin ku mafê Iraqê heye serweriya xwe biparêze.

Di dewama gotinên xwe de Sehaf dibêje, “Li hember Tirkiyê em xwedî bijardeyên bihêz in. Li Iraqê niha jî bi dehan kompaniyên Tirkiyê hene, bazirganiya ku digihije 16 milyar dolaran jî di berjewendiya Tirkiyê de ye.”

Firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê  pêr piştî nîvro li devera Sîdekanê pasewanên sînor ên Iraqê li gel hejmarek gerîlayên PKKê kiribûn armanc, di encamê de 2 emîdên Kurd, di hêzên pasewanên Iraqê de û fermandarekî PKKê jiyana xwe ji dest dan, herwiha du serbazên din jî birîndar bûn.

Serepeyv