Fransayê êrişa Tirkiyê ya li Sîdekanê şermezar kir
Hikûmeta Fransayê êrişa Tirkiyê ya li Sîdekanê şermezar kir û daxwaza zelalkirina bûyerê kir.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian derbarê êrişa Tirkiyê ya li Sîdekana Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da.
Jean-Yves Le Drian di wê daxuyaniya xwe de êrişa Tirkiyê şermezar kir û amaje bi wê kir ku ew li bendê “rêz li serweriya Iraqê bê girtin.”
Her di wê daxuyaniya xwe de Wezîrê Derve yê Fransayê daxwaza zelalkirina bûyerê kir.
Roja Sêşemê 11ê Tebaxê, di demekê de ku hêzên Zêrevanên Sînor ên Iraqê serdana sînorê navbera Iraq û Tirkiyê li devera Sîdekanê kiribûn, daku valahiya emnî ya li navçeyê nehêlin, balafireke bê firokevan a Tirkiyê otomobîleke wan bombebaran kiribû û di encamê de du fermandeyên wê hêza Iraqî jiyana xwe ji dest dabûn û fermandeyek û du serbaz û karmendekî istixbarata Iraqê jî birîndar bûbûn.
Hêzên PKK nasnameya fermandarê xwe yê ku di êrîşa 11ê Tebaxê de li Sîdekanê jiyana xwe ji dest da aşkere kir û ragihand, di wê êrîşê de fermandarê wan ê eyaleta Xakurkê Murat Kalko naskirî bi Egîd Garzan jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniya PKK de hatiye gotin ku fermandarê wan di dema hevdîtina li gel rayedarên hikûmeta Iraqê de bûye armanca êrîşa Tirkiyê.