Tebax 13, 2020 09:01 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Iraqê bi fermî ji Tirkiyê xwest hêzên xwe ji xaka Iraqê derxe

Hikûmeta Iraqê bi fermî daxwaz ji dewleta Tirkiyê kir ku hêzên xwe ji tevayî xaka Iraqê derxe û yekser êrişên xwe yên li ser xaka Iraqê rawestîne.

Ji ber êrişa roja sêşemê ya dewleta Tirkiyê ku di encama wê de du fermandar û leşkerek yên Iraqê jiyana xwe ji destdan, duh Wezareta Karên Derve ya Iraqê Balyozê Tirkiye yê li lraqê Fatih Yildiz bang kirin û daxwaznameyek nerazîbûnê da wî.

Li gorî daxuyaniyek ya Wezareta Karên Derve ya Iraqê, di daxwaznameyê de ji dewleta Tirkiyê hatiye xwestin ku di derbarê êrişê de daxuyaniyek zelal bide û di derbarê berpirsên êrişê de lêpirsîn were destpêkirin. Her wiha yekser êrişan bide rawestandin û hêzên xwe ji tevayî xaka Iraqê bikêşe. Ta ku erkê parastina sinorê her du welatan radestî hêzên parastina sinor ên Iraqê were kirin.

Her wiha hate diyarkirin di daxwaznamê de ji bilî betalkirina serdana wezîrê parastinê yê Tirkiyê, serdana tevayî rayedarên Tirkiyê bo Iraqê hatine rawestandin û betalkirin.

Serepeyv