Tebax 12, 2020 12:48 Asia/Tehran
  • Parlamentoya Iraqê li dijî zêdegaviyên Tirkiyê bang li NY'yê kir

Parlamentoya Iraqê bang li Konseya Ewlekariyê ya NY'yê kir ku bi lez destwerdanê bike û sînorekî ji binpêkirinên domdar ên Tirkiyê re deyne.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Parlamenterê yekemîn ê serokê parlamentoyê Hesen Kerîm Keibî têkildarî bomebarana dewleta Tirkiyê a li dijî herêma Sîdekanê ya girêdayî Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Iraqê ku di encamê de fermandarekî artêşa Iraqê  hat kuştin, got: "Êrişên dewleta Tirkiyê ên li ser serweriya Iraqê dibe ku zirarê bide têkiliyên dîrokî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de."

Keibî zêdegaviyên hêzên dewleta Tirkiyê bi tundî şermezar kirin û bang li balyozê dewleta Tirkiyê kir û peyama protestoyê ya tund radestî wî kir.

Keibî bal kişand ser ku zêdegaviyên dewleta Tirkiyê binpêkirina qanûnên navneteweyî û biryarên Meclisa Ewlehiyê ne. Li aliyekî din jî bang li Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku bi lez destwerdan û binpêkirinên bênavber rawestînin.

 

 

 

Serepeyv