Tebax 11, 2020 20:10 Asia/Tehran
  • 2 fermandarên parazvanên sînor yên artêşa Iraqê ji ber bombebarana Tirkiyê hatin kuştin

Îhsan Çelebî, Rêveberê Nahiya Sîdekan ragihand; firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê, otomobîleke yekîneyên pasevaniya sînor ên ser bi artêşa Iraqê bombebaran kirin.

Rêveberê Nahiya Sîdekan eşkere kir; di encama wê bombebarana firokeyên Tirkiyê de hejmarek leşker û efserên pasevaniya sînor jiyana xwe ji dest dan.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, Emîd Zubêr Halî, Fermandarê Fewca 3 ya Pasevaniya Sînor û Mihemed Reşîd, Fermandarê Lîwaya 2 ya Pasevaniya Sînor li devera Soranê, di encama bombebaranê de canê xwe ji dest dane

Çavkaniyekî ji wê deverê ji Kurdistan24ê re ragihand; yekîneya pasevaniya sînor a Iraqê xwestiye bi çekdarên PKKê re gotûbêj bikin, da ku ji wê deverê dûr bikevin, di dema civînê de jî, firokeyên şer ên Tirkiyê ew bombebaran kiriye.

Artêşa Tirkiyê di meha Hezîranê de du operasyonên leşkerî li dijî gerîlayên PKKê li deverên sînorî ragihandine û hêzên leşkerî yên Tirkiyê sînorê Iraqê derbas kiriye û her roj ji Xwakurk û Gara ve heta çiyayên navçeya Şarbajêr, ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve têne bombebarankirin.

Serepeyv