Tebax 11, 2020 08:36 Asia/Tehran
  • Desteya Destpakî ya Iraqê wê ji ber gendeliyê Fuad Hisên bide dadgehê

Li ser giliyê 30 parlementeran, Desteya Destpakî ya Iraqê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên ji ber wendabûna 6 tirilyon dînar û xirab bikaranîna wezîfeya xwe, wê bide dadgehê.

 Desteya Destpakî ya Iraqê li ser giliyê 30 parlamenterên Iraqê, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên yê li ser pişka PDK’ê, wê bide dadgehê. Hate gotin gilî li ser wê yekê hatiye kirin ku dema Fuad Hisên Wezîrê Darayî yê Iraqê bû, 6 tirilyon dînar wenda bûye û wezîfeya xwe xerab bikaraniye. Tê gotin wê li gorî madeya 340’an a qanûna sizadana Iraqê Fuad Hisên bidin dadgehê.

Serepeyv