Tebax 06, 2020 15:45 Asia/Tehran
  • Ayetulla Seyid Elî Sîstanî daxwaza alîkariya bo gelê Libnanê kir

Ayetulla Seyid Elî Sîstanî merceyê bilind ê şîeyan li Iraqê bi daxuyaniyekê daxwaza alîkariya bo gelê Libnanê kir.

Ayetulla Seyid Elî Sîstanî îro Pêncşemiyê bi daxuyaniyekê ji bawermendan û gişt xêrxwazan li cîhanê xwest ku hevxemiya xwe digel gelê Libnanê di vê rewşa dijwar da diyar bikin.

Li pey agirpêketina berfireh a berêvara Sêşemiyê di depoyeke madeyên muhtereqe li bendergeha Beyrûtê, teqîneke bihêz li depoyên kêlekê yên tijî Nîtrata Amoniyûmê qewimî.

Li gorî ragihandina Wezareta Tendurustiyê ya Libnanê, heta niha li pey vê teqînê, herîkêm 150 kesan canê xwe ji dest daye û zêdetirî 4000 kes jî birîndar bûne.

 

 

 

Serepeyv